Ji Pelweşînê ta bi Pelvejînê

 Mizgîn Hesko 

Payîza navîn…
Çaryek berî pêncê Çivîkê
Dîmenên revînok
Ji hêlînên şevînî
Bê vîxan derçûyî…!Û rawestgeh …
Hîna jî tarî
Sîtavên reşahiyê
Pencereyên ronegehê dinixumînin
Perengên vemirî
Gulên agirîn nasohtînin
Belgên dariştî
Ji bejna daran
Rondik dirijînin!Û danê Payîzê
Çaryek berî pêncê lavijê
Û zemîn…
Di nîgaşa çivîkan de
Bênderên xuro reşandî
Û çivîk…
Di bîrdanka sermed a zemînê de
Afrîdeyên şêt û teredîn…!

Û Payîz…
Bi hemû kubariya xwe
Xiftanekî alayî
Hildigire bendemayina rêyên zîz…
Û jibermayên gulên êgir
Ku di pêlên dûmanê de
Mendehoş dibrûsin..!

Û payîz…
Ji pelweşînê ta bi pelvejînê…
Çaryek berî çilê darê
Perên zêrîn ji jor weriyayî
Û erxewanên nîv zuha ji jêr hilkişiyayî…
Ne li jor û ne jî li jêr
Digihin hev
Semagerên Filamîngo’ yê ne
Bilivên sivik û sihirdar
Çend xulek û li qeraxên bêdengiyê vedigerin…!

Û Payîza danê û danê Payîzê…
Çaryek berî hilma qehwê
Erê teng in…
Ev werzên sêgoşe
Ji banê heyînê
Demsal…
Pir lezgîn dişemitin berikên nihêniyê…?!!!!

16. Kewçêra 2023.

اترك ردّاً