Mizgîn Hesko*
Bêdengî…
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije…
Mey û beng e!
Bêdengî…
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nehîniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !
Xarên…
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilê
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku şûşeya şevê
Berhev dikin?!
Û Bêdengî…
Tabloya xemilîn
Û nîşanber e
Bi şêwekarî
Tiliyên ducanî
Li ser henaseyên rêyan
Û keviyên daristanê
Berbangê
Nîgar dikin?!
Û Bêdengî…
Deng e!
Bi tena serê xwe
Di cengê de
Huner û ceng e !
Êdî xuşîna daristanê
Nabihîzim
Axa ku daran
Di hiimêza xwe de
Hildigire
Bang û olan dide
Û nalîna bêdengiyê
Ya can û şeng e.
Û Bêdengî…
Leşkerê rojê giran
Bê şûr û mertal e !
Di kûrahiya bejnên westiyayî de
Şervan…
Û namzadê
Kubar û herî şepal e !
Û ev can têkçûyî
Û Bêdengî…
Ne têkçûn e
Ne dilsarî ye
Lê mijûlbûn e !
Dilê ku hînî
Peyala bêxewiyê bûye
Aşop…
Tarîgeh…
Û bêdengî…
Ron û şemal e !
Û pêlên…
Ku beravan dagirtî xirecir dikin
Û hêrsa…
Ku qeyikên biçûk
Dadiqurtîne
Pêlên bê hedan
Û hêrsa …
Ku ji sînga latan dixwe
Û kirasekî din
Li heyînê dikin !
Pêlên…
Ku êdî li wir
Naçikin
Lê hino, hino
Ber û paş ve
Vedigerin
Li jêriya deryayê
Vedigerin
Û herî dawî
Hêmin û aram
Dubare
Radikevin ?!
Pêlên bêdengiyê ne
Û ne xemgîniya dizek e
Ku hiş û giyanê
Dide bager û talanê
Û tiliyên bêdengiyê
Siherebaz in !
Me şilfî, tazî
Tavêje
Davên sirê
Û herikîna baranê
Û Bêdengî…
Hêzbûn
Û ne têkçûn e
Bi nazikî
Dêmên Gulan
Dibişirîne
Û Bêdengî…
Bext
Û bextewarî ye
Di çavan de diçirise
Û hin caran
Wan dide
Şabûna giriyanê !
Û Bêdengî…
Ne ker
Û ne jî lal e
Hela xwe ji kenarên gulên sorî, tarî
Bidin alî
Ravekirina bêdeng
Û kesixandina bişkojên peyvê
Karê min e !
Vekolana
Xalên razber
Barê min e !
*Mizgîn Hesko.
Helbestvan û nivîskareke Kurdistanî ye. Ji bilî helbestê, gotaran jî dinivîsîne. Ji desteya birêveber a Pênûsa nû, beşê kurdî ye.
Ta niha 11. Berhemên xuro kurdî çapkirin e.