Stêrên baskokirî…!

Stêrên baskokirî…! Helbest: Mizgîn Hesko

Mizgîn Hesko

… Hîn
Li wî asîmanî
…Stêr
Ji rêgehên xwe
Dadgerin
!Û zû bû zû têne xwarê

… Erê
Ma hîna jî
Tepên sîngê
!?…Welatê stêrên baskokirî ne


…Hîn
Li wî asîmanî
Stêrên mayî
Di nav pêlên sîtaveke dînok de

!?…Bi kotekî dibrûsin

Berên heyî û sirt
Lêvên sava
!…Şîrvedikin

Mistek hezkirin e
Û hêsirên mêkewan
Li piyalên mêşin î

!…Vedigerin

Bîstikek hevhimêzkirin e
Û dilên di kûrahiya rewrewkê de
…Şikestî
Bi zarê hêviyê
!…Destnimêj digirin


Û… dilbijok in
…Çendîn
Dilbijok in
Aliyên bagerê

Dexsok in
…Erê
Dexsok in destên te
Dema ku bager
?…Xwe Li wan radipêçe

Û xeydok in
Çendîn xeydok in
Her çargoşeyên te
Dema ku Bakur û Başûr
Rojhilat û Rojavayê te

Nagihêjin sebeta sîngê
!?…Û kilîtên razên te


Firek av e
Û kaniyên te yên herikbar
!…Digihêjin destên hev

Xumê meyeke kefşîn e
Kevnar e
!!…Şûşeya dilê te

Û rûbarek hezkirin e
Ber bi axa bi dirihan ve dagirtî
Diherike
Ku digihêje dilkê çiradankê
!!!…Êdî pîroz û pir keskîn e


Li wî asîmanî
Ma hîna jî
…Stêrêr
Ji gerdûnên omîdê
Dixuricin
!?…Û zû bi zû têne xwarê

Ma çima ji neynûkên bi beytên işqê
Kulîlk pengizî
…Niha
!?…Agir dibar e

Û çima axa te a tî
Li wan tiliyên dirihayî
!?…Mukir nayê

Û çima hîna jî
Stêrên te
!!!?…Baskokirî ne