Sîmav Evrîn

!Dayê
Piştî ji navçûyînê
Di perdesûna biyaniyê de
!…Winda me
Li hişkbûna hembêza bavê xwe
..Digerim
Qeytanên bîranînan
Zelalbûna hişê min
Bi dar vedike û bîrêkirin
Giyanê dikuje
Tevî ku avahiyên bilind hene
Lê ez dikim bifetisim
Çenteyên min kêfxweşiyê
!…Hilnagirin
Ne desmalek e ji şaxên zeytûnî
ku hêstiran pê paqij bikim
Ne hewêsiyên Lêlûn û Hawarê
Ku giyan li giyan vegerînin
Weke çiyayekî, ramanên xewnên
min giran bûne
!…Siba
!..Siba
Ez ê çenteyê zeytûnî û
gulistana bedewbûna xwe
bidim hev
Pêxas vegerim û
herdu pirên ava xwînî
,qîtan dadiqurtîne
..derbas bikim
Kevza wê dûrî biskên keçika min
hişk bûye
Kî yê sermaya bajêr bimalîne
Ji bilî kurtikê berşîrê min
!..Ez ê vegerim
Dizanim ku tiştek ji kolanên te
..Nemaye
Pîrozahiya te dagîr kirin
Li ser rûpelên bîranînên bi êş
!..ez ê vegerim
..Ketina te
..Destdirêjkirina li ser te
..Qêrînên te
..Guhartina dîmenên te
..Binaxkirina te ya zindî
Ji nav memikên te
Bihna termên komirî
..Bêhn bikim
?Çi bikim ez
Tu tişt agirê bîrêkirina te
!..Venamirîne
Ji bilî ku ez maçekê ji girnijiya
wê pakrewana bênav bistînim
Tabloya wê bi dergehê te ve
..Nedaliqandî ye
Ji mêrgên te yên şîn
Bermahiya ariya û miçiqandina
zeytûnên reş
ber hev bikim
Bi hêstirên telaşmayî
hêza çiyayî vedigerînim
!..Ez ê sermest vegerim
Parsa bihna reyhanan ji perdeyên
..te yên dirêjbûyî bikim
Bi qasî qulika êmzikê berşîrekî
..ez ê binivîsim
Zaravayên ku wateyên
navê te hildigirin
û nayên şîrovekirin
Li ser hewêsên windabûnê
Ez ê serkêş bibim û
xwe komî hev bikim
Da ku hinavên giyan û
!..hindirê dil gerim bikim
Destmêja xwe bi xwêdana
..laşê te bikim
Rêgeza nimêja xwe
Di gora te ya pîroz de
!..Radigihînim
……Tu
..Tu dêra min î
..Perestgeha min î
..Mizgefta min î
Li ser kêliyên bîrêkirinê
..xweşiya min î
Bi dilgîrbûn xweşiya te
giyan dagîr dike
Lê ez li biyaniya xwe
!..winda me
Weke perperîkeke winda
..Ez ê li te vegerim
Di nav memikên te de
Ez ê bi hewêsên Amanos
..şad bibim
Bi dirêjahî, firehî û bilindahiyê
derbasî hembêza te bibim
..Weke Siyamed û Xecê
..Weke Mem û Zînê
..Weke Ferhad û Şêrînê
..Weke Cembelî û Binefşê
..Ez ê vegerim
Di xurcika min de
Hezar navên dildarên
..kesnenas hene
Da ku ehrazên evîna min
Li nav çiya û newalên te
..temam bibin
Li ser refikên şermkirinê bigerim
Bi çenteyên bêhêvîtiyê vegerim
Weke jineke evîndar
!..Vedigerim
Ew vexwarina nayê vexwarin
Ji bermahiya şiqitandina darên qutkirî
!..Vexwim
Ez ê werim
Ez ê werim
Da ku giyanê xwe yê windayî û
dilê qelsbûyî bibînim
Weke xanimekê
serê xwe bi qefdên beybûnên
..te tac bikim
Dewat li ser şaxên
sindîganê be
Nêrgizên çiya
Ji gulistanên te yên daliqandî
Ber hev bikim
!..Efrîna min
!..Evîna min
Mirî bim, zindî bim
..Ez ê vegerim
..Termek bim
..Ez ê vegerim
..Ez ê vegerim