Mizgîn Hesko

Dema ku dilê te
Wiha bi xurtî lêdide
Li keviyên kolanê
Bişkojên gêlazê
Dest bi govendê dikin…!
Û bi serê şaxikên nûzayî…!
Surperiyên aşiq…
Gul vedidin…!
Berfînên xewar…
Ji nav lênûsa reşmehê
Wekû sozên dildariyê
Hildiperikin serê rêyan…!
Spêde baş
Bihar baş
Newroz baş
Û noş…
Ji vî dilê xweragir re…?!
Dema ku dilê te
Ê zaro…
Di nuqa pênûsa min de
Avjen dibe
Beyaban…
Bi bejnên sinbilên sava
Paye û rengizîn dibe…!
Kîjan Xwedawendî
Rista te negotî
Ji ser zarê razmend
Ezberkiriye…?!
Ka dilê xwe
Ji dilê min re
Bibêje…
Tîrên di payîza çavan de
Dîl…
Bi ser rêçikên jiyana min de
Birêje..
Hela baskên Sîmirê peyvê
Ji joriyan re
Biferidîne..!
Li ser tavên berfînî
Bi xameya zêrîn
Tîp û jibermayên sirûdê min
Binexişîne
Dema ku dilê te
Hîn wiha bi xurtî lêdide
Û dema ku şerbeta gezoyê
Û şekirokên qend
Ji vegotinên ku li ser zarê
Berbangê evîniyê paldayî û hîn negotî
Diwêrivin
Dê ji hilma qehweya
Ku li ser destên min
Rengvedayî
Û hîn bîndar…
Û dê ji belgên golyazên pembe û nîv spî
Ku li li ser şopikên min tar û mar…
Û dê ji şitlên rîhana
Ku bi ser çargoşiya berbeyaniyê de
Hîn xilmaş…
Dê û dê… her pirsa evîniyê
Û têgehên jiyanê bikim…!
Û Evîn…
Ji jêderên herî siruştî
Û jiyan…
Û gerdena asîmanên bilind…!
Dê ji dilê te
Ê hîn jî zaro….
Ku di pêlên matmayinê de
Û di nermahiya rûpelên min de
Avjen dibe
Her û her
Bîstik bi bîstik
Pirsa zarê dildariyê bikim
Û dizanim…
Ku pirpirîkên ji işqê mest
Bê ziman
Di himêza gulan de
Werdibin…!
Û dizanim…
Ku ev surperiyên bi roniyê çirisî
Bêdeng
Li ser zendên xwedawendan
Radikevin…!
Her ku dilê te
Wiha bi xurtî lêdide
Wa pê hest dibim
Ku porê te ê spîbûyî
Ciwaniya temenê evînê
Bixwe ve hildigire…!
Erê…
Ma tu nabêjî
Çendîn ev reng
Çendîn ev zîvê sihiredar
Kubariyê dide rêgehên işqê…?!
Erê…
Porê te…
Ku rojane û hino, hino spîtir dibe
Û rêçikên di gewriya berfê de…?!
Û ez…
Dara ku di nîv werzan de
Bi barê hezê
Û sewsên helbestê
Hilgirtî…?!
Û ez…
Darhinara ku di şopikên işqê de
Bi gulvedana erxewanên xwe ên cuda
Xemilî…!
De bibare …
Kulkên berfê
Bi hêminî…
Rêçikokên di kêliyên daristanê de
Dibişirîne
Hela bêhtir bibare…
Bila bîrdanka ku ji neperûşkên biyaniyê
Azirandî
Êdî riya Gelawêjê
Ezber bike…!
Hela bêhtir û bêhtir bibare
Barîn…
Li bejn û bala baranê tê
Û narîniya destên spêdeyê
Sîwanên ji hilma axê
Bizirokên hezê ne
Bi pencereyên dilî ve
Geh dixindirin
Û geh diçirisin…!
Û dema ku dilê te
Wiha bi xurtî….
Wekû hespê bê zîn û rikab
Ku di bejahiya rewanê de
Ne dîl dibe
Û ne jî…
Radestî davên peyvê dibe…
Û dema ku hezkirin
Ciwanîka av, ax, agir û bayî
Di serada xewnê de
Derbasî…
Bihişta xwe a pêncemîn
Û ristezara asoyê dibe…!!!
Di heman demê de
Hevokên min jî…
Êdî nayên kedî kirin
Û heşîniya ku ji çuqliyên şevê
Derçûyî…?!
Û bi ser rexê dara miradan ve
Helawistî
Û niviştokên ji perên Xwedawendan
Ku hîn xurtahiyê didin…?!
Û noş…
Ji vî dilê xweragir re..!