Qîrîn Ico

ji ku ve hat awazên xerîbiyê?
çi dem bû?
kaniya şevên kal
sir û sermayê
dilên revî
ber destê sibê
carek din
penaberî ser dîwaran,
sir û seqam e
zarok bê ruh,
dibêjin” lorî delorî
dayik bi gorî,
sir û seqame
tembûr lale
wê şevî
pîr, kal, zar, bê xwedî man
wendabûn.. bê rihme!
li ku ve diçin yek rêkin
birçîbûn, wendabûn
ma ne bese!!
bûne ber devkê dunyayê
bûne sêwiyên ber deriyayê
heta kengî!!
parsebûn, zikên birçî,
heta kengî!!
konên xeríbiyê para me ye