Baso Kurdaxî

Ey binefşa min
Ey xezala çiya û zozanên min
Çavkaniya xeyalên min
Ji xewê şiyar bibe
Agirê azweriyê pêxestye
Hesret canê min kuştiye
Min bêriya te kiriye
Wa hêviya dilê min
Bi dîtina te çavên xwe bixemilînim
De rabe, bêhna xwe belav bike
Zozan bi dîtina te şîn bibin
Zivistan bê te bi êş û dirêje bûye
Binefşa min
Gerdûnê bêriya bejna te kiriye
Bêriya nektara tey şîrîn kiriye
De rabe, guh bide sosin û bêhna biharê
Çawa hûrik hûrik helbesta xwe dihûne
Bi per û baskên kevokan Û xwîna zelal
Êşa û derdê zeytûnan dinivîsin
Ji bo binefşa xemgîn û ala rengîn
Mîna dilopên baranê dibarin
Li ser pî û milên giya
Wekî tîrêjên rojê
Û spehîtiya ronahiyê
Ji bo aramiya welat xemgînin
Gazî zinar û daran dike
Da çîroka welat ji nû de bêje