Vedenga Êşeka Bêdeng

Kawa Reşîd

Çaxê ku kûlîlkên vînê di bin nelên hespan de diperçiqîn
Di kêlîya ku kewên spî yên nikilsor war dihêlan
Wexta ku daristan rût dikirin ,bê ber û pel berdidan
Dema ku sawirê şer kenê ji rûyên te dikir talan
Ez di wê çaxê de vegerîm

Wek bersiv ji hewara te re ez vegerîm
Wek rondikên veşartî
Tev baraneka tund li ser cama pencereya dilê te yê morkirî ez barîm
Bi xurxura ewrên wêranê
Bi gurmîn û şirqîna brûskan
Bi vedenga bêjeyeka zindî li ser serê zimanê helbestvanekî kuştî

Li ser gopala tîpên nameyên te, ez vegerîm
Ji çarenûsa ku li eniya şer bi xwîn û xwêdan xêzkirî
Ji rûpelên lênûska evîndarekî bêzar, yên bi toza peyaman nixumandî
Bi bayê topan re ez ketime warê me yê wêrankirî

Li bin kerpîçên avahîyên kembax û ruxînkirî
Li bin laşên bêxayî û komkirî
Li bin pûtê mêrxasekî li ber deriyê bajêr sêdarekirî
Ez li te digerîm…
Li dora te bi agir û dijmin çemberkirî
Li pey henasa te bi dilekî lerzok ez digerîm
Li pey şopa lingên te ez li xwe digerîm
Gav bi gav, li wan çavên te, yên bi teniya wêranê kilkirî,ez digerîm
Li pey şopa evîna te Dilberê winda bûm
Di destên wan de tu mayî bindest û ez jî mame benî

اترك ردّاً