Bedewê

Alan Osê

Bedewê li min awir kişand ketim ji dil de ..
şewta şêrîn avêt hesta sotin di nêva dil de ..
Yar paldaye ser min hezê xwe berda di dil de ..
Ramûsanek ji lêvên sorgulî weke tîra ketin dil de …


dermanê vê kulê kanî kevir êxist şûna dil de
Kirime şeyda barek evîn kete dil de
Li pey şopa wê min bez kir winda di nexşiya dil de
Bi hestê xwe ew koçer e wê kon veda di nêva dil de


Bi êşa xwe ew xencere wê birîn vekir di dil de
Ku jiber çavê min diçe reş dibê xwîna di dil de
Perîşan kirim vê keçê bi daxa kete ser dil de
Wê berdila xwîn şekirî alano kûşt di nêva dil de

اترك ردّاً