Mizgîn Hesko

Bişkojên Gulan
Ji nav mijê
Bêdeng
Xwe radestî
Zeviyên roniyê dikin.
Di bîreweriya siruştê de
Her bihar
Xuncên mest
Binazenîn
Avsaneyên bedewiyê
Dubare dikin…!
Û ji mêj ve
Min digot:
Rewanê min
Ne gul e
Bêhtir gulav e
Her ku gul
Diçilmise
Destên spêdeyê
Hilm û bîn Hîn berbelav e.
Dilê minNe gul e
Ku li benda
Bayê sirt bimîne
Da ku wî ji kok
Bi xwe re birevîn e
Ne jî …
Destên min
Xar inKu li benda
Baxûvan bin
Da ku wan Ji bejna gulê
Veqetîne.
Her çendîn
Baxûvan
Hişmend û zîrek e
Lê herî dawî
Ew bitena serê xwe
Li derdora gulê
Çavdêrek e
Li benda
Têgehên bedewiyê
Herî zêde
Dîlek e!
Çar werzên salê
Çavên wî…
Li lêv sorên gulê ye
Û çavên gulê
Li hespê tavê
Û bejn û balayî rojê ye…!
Ne gul
Ji bişikivîniya
Berbangên aşiq
Diweste
Û ne jî
Hostayê xaran
Ji şopandina
Têgehên ciwaniyê
Dudilî dibe!!!