Qêrîn Ico

Evîn çawa dipişkiv e?
Ber hembêza yarê
Û singa mirinê
Bi şal û lewend
dipişkiv e.
Buhar, peyvek ciwaniyê ye,
serkêşa, rengan e,
muzîka kezî, û bihna giyayê ye,
gul çi reng bî çi bihin bî
ber singa siroştê,
xemla yara min dide
Şala yarê keskesor e
dîlana dara Miraza ye
hembêza lewandê delale.
Evîn çawa tê şikestin?
Dûrî, û barkirin,
xemla buharê diwestîne
lê, lê!!
Şal û lewend, difirin
gel bayê,
û toz û kitrepa solan.